Mesrûr Barzanî li ser biryara Bexdayê ya mûçeyan daxuyanî da

17-09-2023
Nîşan Serokwezîr Mesrûr Barzanî Bexda Mûçe Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo sebira wan û baweriya wan a bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya gelê Kurdistanê kir.

Encûmena Wezîran a Îraqê biryar da ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz da zanîn ku dê Îraq 700 milyar dînarî bişîne.

Helkewt Ezîz, diyar kir ku dê Îraq maweyê 3 mehan, her meh 700 milyar dînarî bişîne ji Herêma Kurdistanê re.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî vê biryara Encûmena Wezîran a Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Mesrûr Barzanî amaje pê kir ku ew û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser mijara mûçeyan gihiştine encameke berhemdar.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got, “Me mafê gelê Kurdistanê parast” û spasiya her kesê ku ji bo vê serkeftinê piştgirî daye kir.

Serokwezîr Barzanî herwiha ji bo sebira wan spasiya gelê Kurdistanê jî kir û got:

“Spas ji bo sebira gelê Kurdistanê yê xweragir ku baweriya xwe ya bi hikûmeta xwe ji dest neda.”

Serok Barzanî rêberiya me kir

Mesrûr Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de spasiya Serok Barzanî kir û da zanîn ku wî di pêvajoya çareserkirina vê pirsgirêkê de piştgirî daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêberî kiriye.

Rola Serokê Herêma Kurdistanê girîng bû

Serokwezîr destnîşan kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di vê pêvajoyê de piştgirî daye daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê û di serkeftina danûstandinên bi Hikûmeta Îraqê re de roleke wî ya girîng çêbûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo piştgiriya wan spasiya aliyên siyasî yên Îraqê herwiha spasiya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û fraksyonên Kurdistanê yên li Parlementoya Îraqê kir.

Serokwezîr Barzanî anî zimên ku şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî westan xebitiye û bi hesta berpirsiyariyê kariye di vî erkê giran de bi ser bikeve.

“Em rê nadin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

Bi piştgiriya Xwedayê mezin em dê berdewam bikin ku xizmetê ji welatiyên xwe yên xweşewîst re bikin.

Em rê nadin ku hewldanên stewr (nezok) aramiya Herêma Kurdistanê xera bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst