Cîgirê Şaredarê Heskîfê: Li navçeyê AKP bûye kompanya malbatê

17-08-2022
RÛDAW
Nîşan Heskîf AK Partî Abdullah Tarhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Şaredarê Heskîfê û Endamê Encumena Şaredariya Heskîfê Abdullah Tarhan, rexne li Şaredarê Heskîfê yê AK Partiyî û Serokê Şaxa Heskîfê ya wê partiyê girtin û got: “Kesên ne mirovên wan bin nikarin bibin fermanber. Ew tenê mirovên xwe di saziyên hikumî de bi cîh dikin.” Abdullah Tarhan hrwiha dibêje: “Li Heskîfê AKP bûye kompanya malbatê.”

Endamê Encumena Şaredariya Heskîfê Abdullah Tarhan ê ku ji ber gendeliyên berpirsên partiya xwe îstifa kiribû, lîsteya kesûkarên Şaredarê Heskîfê Abdulvahap Kusen û Serokê Şaxa Heskîfê ya AKPê Rustem Ayhan, ku di saziyên hikumî de wek fermanber dest bikar kirine, parve kir.

Tarhan dibêje, li Heskîfê bi sedan ciwan bêkar in, lê tenê mirov û kesûkarên Abdulvahap Kusen û Rustem Ayhan di serî de şaredarî li saziyên hikumî derfetên kar peyda bikin.

Tarhan got: “Şaredar û serokê şaxa navçeyê tenê ne yê partiya xwe ne, divê serokê hemû navçeyê bin. Nabe tenê serokatiyê ji malbata xwe re bikin. Şaredar û Serokê Şaxa AKPê hemû kadroyan (fermanber) li bira, pismam, xwarzê û biraziyê xwe parve dikin. Partiya malbatê ava kirine. Ji ber ku min tehemûla van tiştan nekir, min ji partiyê îstifa kir û ez dê encumentiya şaredariyê bi awayekî serbixwe berdewam bikim. Ez 40 sal in siyasetmedar im, van tiştan baş dizanim. Doh parlamenterekî, mirovekî serokê navçeyê ku 42 salî bû û tawanbar bû kire fermanber.”

Tarhan îdia kir ku kesên bi navê Yaşar Ayhan, Ahmet Ayhan, Hasan Ayhan, Ali Ayhan, Mahmut Ayhan, Salih Kutlu, Şehmus Kutlu, Huseyin Mete, Yılmaz Tekine, Refik Turkan, Yakup Ayhan, Arif Ayhan, Serhat Kusen û Sait Can ku mirov û kesûkarên Şaredarê Heskîfê Abdulvahap Kusen û Serokê Şaxa Heskîfê ya AKPê Rustem Ayhan in, di saziyên hikumî de wek fermanber hatine damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst