Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî ragihand, ku wî li ti cihan behsa di xewnê de dîtina pêxember û bilindbûna nirxê lîre nekiriye.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî, derbarê wan gotegotên ku dibêjin wî behsa lîreyê tirkî û cezayên Amerîkayê kiriye, got: “Li ser torên civakî tiştekî xeyalî bi navê min hatiye belavkirin ku qaşo min din di xewna xwe de Pêxemberê Xwedê dîtiye û kîsekî lîreyan hilgirtiye. Lê di rastiyê de ev tişt dûr e ji rastiyê. Min bi ti awayî ne li ser facebookê, ne li ser twitterê gotineke wiha perve nekiriye.”
Elî Qeredaxî herwiha got: “Ev yek karê derewkeran e, ku bi navê min û Pêxemberê Xwedê derewan belav dikin. Lê mixabin hinek kesên kêmaqil jî ji wan bawer dikin.”
Qeredaxî di daxuyaniya xwe de cîh da ayeteke Qur’anê û diyar kir: “Ey ew ên ku bawer dikin, eger kesekî bawerpênekirî nûçeyeke giring bo we anî, demildest jê bawer nekin lê bala xwe bidinê, lêbilokîn het abo we rastî eşkere dibe. Ne ku bi nezanî ji xelkê re êş, nexweşî û pirsgirêkan derbixin ku paşî hûn bi xwe ji vê karê xwe poşman bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse