BEDLÎS - Destên wî nînin, bi bêvila xwe pirtûk nivîsand

17-06-2024
Nîşan Bedlîs Mehmet Cuneyt Temîzel Pirtûk Bêvil Astengdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Motkanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ciwanê bi navê Mehmet Cuneyt Temîzel bi bêvila xwe pirtûkek nivîsî.

Mehmet Cuneyt Temîzel dema ji dayik bûye mêjiyê wî felc bûye nikare her du destên xwe bi kar bîne.

Ew di axaftinê de jî zehmetiyê dibîne lê ev hemû “asteng” jê re nebûne asteng ku xeyalên xwe pêk bîne.

Ew li pey xeyalên xwe çûye û bi bêvila xwe pirtûkeke bi navê “Helbestvanê Bêpênûs” nivîsiye.

Mehmet Cuneyt Temîzel bêvila xwe yeko yeko datîne ser tîpên li ser ekrana telefona xwe û xêyalên vedijîne.

“Ez şanaz û serbilindim”

Mehmet Şakir Temîzelê bavê Mehmet Cuneyt wiha behsa kurê xwe kir:

“Kurê min bi derfetên xwe heta sibehê ranaweste û dinivîse. Ji ber serkeftina wî ez şanaz û serbilind im.”

Mehmet Cuneyt Temîzel bergê pirtûka xwe jî bi xwe amade kiriye û li ser bergê pirtûkê fîgurekî mirovan heye ku bêvila wî pênûs e.

“Gelekî jîr û behremend e”

Mehmet Abît Alpyurukê muxtarê gund diyar kir, her çiqasî serkeftî be jî ew dixwazin derfetên wî zêdetir bikin û got:

“Em xelkê gund ji Mehmet Cuneyt hez dikin. Gelekî jîr û behremend e.

Her kes jê hez dike. Gelekî hewl dide û pirtûkek nivîsandiye, hemû tiştî bi xwe dike, divê jê re piştgirî hebe.”

“Niha jî armanca min nivîsandina romanekê ye”

Mehmet Cuneyt Temîzel diyar kir ku asteng nikarin rê li ber mirovî bigirin û pê de çû:

“Min xwest ez nîşan bidim bê astengdarek dikare çi bike.

Min biryar da ku ji bo vê armanca xwe pirtûkekê binivîsim.

Min helbest nivîsandin ku şopên jiyana min dihewînin. Min divê her kes bixwîne.

Min pirtûk di nava mehekê de qedand û bi saya piştgiriyê min ew piştî 4 salan weşand.

Min pirtûk li ser telefonê bi bêvila xwe nivîsand. Ez gelek şevan nerazam û min heta serê sibehê nivîsî.

Min xwest ez nîşan bidim bê ma astengdarek dikar çi bike. Niha jî armanca min nivîsandina romanekê ye.”

Pirtûka Mehmet Cuneyt Temîzel ji 64 rûpelan pêk tê û di nav mehekê de karibûye binivîse.

Temîzel ji ber rewşa xwe ya taybet li dibistanê nehatiye qebûlkirin lê wî bi derfetên xwe heta lîseyê jî xwendiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst