Mesrûr Barzanî: Wezareta Karûbarên Şehîdan, ya Partiya Sosyalîst e

17-06-2019
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Silêmanî Wezareta Şehîdan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Serokwezîrê erkdarkirî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pişka Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê di kabîneya nû de eşkere kir û got: “Di kabîneya nû de Wezareta Şehîdan dê ji Partiya Sosyalîst re were dayîn.”

 

Mesrûr Barzanî serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir û li gel Sekreterê wê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd civiya.

 

Mesrûr Barzanî piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku ji bo behskirina beşdarîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kirine, li ser wê yekê ku wezîrê xwe namzet bikin û CV were amadekirin ji bo ku pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê were kirin. Herwiha çendîn mijarên din jî hebûne ku herdu aliyan li ser axivîne.

 

Li ser pirsa "Gelo di kabîneya nû de Partiya Sosyalîst dê kîjan wezaretê werbigre?" Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ya Partiya Sosyalîst e, em hêvî dikin ku serkeftî bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst