Fakulteya Perwerdehiyê ya Efrînê vekirina kursên Kurdî erê kir

17-05-2023
RÛDAW
Fakulteya Perwerdehiyê ya Efrînê vekirina kursên Kurdî erê kir
Fakulteya Perwerdehiyê ya Efrînê vekirina kursên Kurdî erê kir
Nîşan Efrîn Zimanê Kurdî Ehmed Hesen Dr. Ebdulmecîd Şêxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fakulteya Perwedehiyê ya Efrînê ya Zanîngeha Gaziatepê vekirina kursên zimanî Kurdî erê kir.

Nûnerê ENKSê yê di Îtîlafa opozisyona Sûriyê de, Ehmed Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Fakulteya Perwedehiyê ya Efrînê ya Zanîngeha Gaziatepê vekirina zimanê Kurdî erê kir.

Hesen da zanîn ku piştî çend hevdîtinan bi Zanîngehê re wan mohlet wergirtiye ku li şûna kursên zimanê Kurdî li kerta fêrkirina giştî, kurs li zanîngehê ya li Efrînê bên kirin.

Hesen got jî ku ev rêxweşkirineke ku zimanê Kurdî li peymangeh û kolêjan jî were fêrkirin.

Derbarê vê pêngavê de, her yek ji Ehmed Hesen û Dr. Ebdulmecîd Şêxo, mamosteyê zimanê Kurdî li Fakulteya Perwerdehiyê ya Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn.

Nûnerê ENKSê yê di Îtîlafê de Ehmed Hesen dibêje "Îro jî me hevdîtin bi cîgirê dekanê Zanîngeha Efrînê re kir, ji bo kursên zimanê Kurdî di hindirê zanîngeha Efrînê de. Me piştgiriyê jî jê wergirt û me li hev kir ku di hindirê Zanîngeha Efrînê de dest pê bikin. Tê de du ast hene. Astek tê de yên ku belgeya bakelorya û jor de pê re hebin wê kanibin astên 1,2 û 3 bi serî bînin. Ev kanin bibin mamoste li dibistanên Efrînê. Û yên ku ji kêmtirin belgeyên bakeloryayê bi wan re hebin, wê bikanibin ji bo xwendin û nivîsandin zimanê Kurdî di şubeyên xas de dest pê bikin."

Mamostayê zimanê Kurdî Dr. Ebdulmecîd Şêxo jî got "Di rastiyê de me berî çend mehan bi çend heval, çend dost bi yek dengî me daxwazî ji saziya perwerdehiyê kir ku ew kanibin dewra zimanê Kurdî vekin. Di 6 mehan de wan qebûl kirin wan pêşniyarên me pejirandin. Vaye niha jî deriyê dewran hatiye vekirin, xelk navên xwe tomar dikin û gelek kesên me, welatparêzên me û nişteciyên me yên Efrînê navên xwe tomar kirine dixwazin bixwînin lê îro me gaveke din kanî bavêta ew jî bi alîkariya ragirê fakulteya Efînê ya Zanîngeha Gazîantepê ku ew jî dewra zimanê Kurdî bi 6 mehan vekin bi 3 astan. Em niha ber xwe didin niha ev cefayên me, karûbarên me di pêşerojeke nêz de berhemên xwe bide."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst