YPJ: Cûdî Egîd di êrîşeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan YPJ Cûdî Egîd Tûba Karakoç Artêşa Tirkiyê Êrîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihandiye ku Tûba Karakoç ya bi nasnavê "Cûdî Egîd" di encama êrişeke dronî ya artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Tirkiyê ragihandibû ku “berpirsa darayî ya YPJê” Tûba Karakoç ku bi navê "Zîn Kobanî  û Cûdî Egîd" dihate naskirin bûye armanca operasyoneke MÎTê.

Çavkaniyên Tirkiyê eşkere kirin ku Tûba ku sala  2013ê peywendî bi PKKê kiriye û piştre bûye berpirsa darayî ya YPJ , piştî wergirtina zanyariyên îstixbaratî di operasyoneke MÎTê de li Kobanî  bûye armanca êrîşê.

Li aliyê din Fermandariya Giştî ya YPJ ragihandiye ku Tûba Karakoç, ku bi navê Cûdî Egîd dihat naskirin, roja 11ê Gulanê, di êrîşeke Tirkiyê de, li gundê Çelebiyê yê ser bi Kobanî ve jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ, Tûba Karakoç, sala 1995an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst