Nûnerê Amerîkayê bi Tevgera Xwebûnê re civiya

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan Nicholas Granger Tevgera Xwebûn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger Tevgera Xoybûn re civiya.

Desteya Bilind ya Xwebûn ji Rûdawê re ragihand, Şandeyê Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger serdana ofîsaTevgera Xoybûn li Qamişlo kir û bi wan re civiya, ev yek jî piştî civînên li gel aliyên siyasî ENKS, Rêveberiya Xweser, û aliyên Mesîhî Siryanî û Aşûrî tê.

Tevgera Xwebûnê ragihand ku di civînê de, behsa gef û êrîşên Tirkiyê  kirin û girîngiya ku Hevpeymaniya Navdewletî parastina navçeyê bike û piştevanî û ezmûna pêwîst pêşkêş bike, ji bo pêşxistina Rêveberiya ku heye, rê li ber gendeliyê bigire û hevbeşeiyeke rasteqîne hebe.

Li gorî Tevgera Xwebûnê şandeyê Amerîkayê di civînan de behsa deriyê Sêmalka û pêşhatên dawî li navçeyê û girîngiya beşdariya hemû pêkhateyan di nava Rêveberiyê de kiriye, herweha rewşa Sûriyê bi giştî û asayîkirina peywendiyan li gel Serokê Sûriyê bi wan aliyan re gotûbêj kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst