Girava Axtamarê kirasekî biharî li xwe kiriye

17-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Girava Axtamarê Bihar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girava Axtamarê ya parêzgeha Wanê kirasê xwe yê biharî li xwe kir.

Darên behîvan kûlîlk dane.

30 kesên ku li Navenda Perwerdeya Gel a navçeya Erdîşê perwerdeya wênegeriyê dibînin dîmenên bêhampa ji xwe re wekî derfet dît û ji bo girtina wan berê xwe da giravê.

Mamosteyê kursa wênegiriyê Bînalî Ozkaya got:

“Ez ligel kluba wênegiriyê ya Erdîşê hatim vê derê. Me hewl da ji bo tomarkirina ciwaniyên xwezayê ji mamosteyên xwe perwerdeyê wergirin.

Kulîlkên behîvan û rengîniya wan, ligel dîmenên xwezayî û bêhampa bûne yek. Em ji bo dîtina van dîmenan li benda her kesî ne.”

Bi hezaran geştyarên diçin giravê

Salane bi hezaran geştyarên navxwe û biyanî diçin Girava Axtamarê.

Armanca wênegiran ew e ji wêneyên ku girtine pêşangehekê vekin û bi vê jî zêdetir bala geştiyaran bikişînin ser girava dîrokî.

Mamosteyê kursa wênegiriyê Tarkan Elbîr jî anî ziman:

“Eger wêneyên gelekî ciwan hebin em dê di dawiya kursê de bi serpereştiya mamosteyên me  pêşangeheke xweşik vekin û hûnera xwe nîşanî welatiyên me yên Erdîşê bidin.”

Girava Axtamarê ku dîroka avakirina wê vedigere salên 900î ji aliyê îdarî ve di nav sînorên navçeya Westanê de ye û yek ji navendên giring ên geştyariyê ya Wanê ye.

Li gorî amaran tenê di 9 rojên betlaneya Cejna Remezanê de derdora 7 hezar û 500 kesî çûn giravê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst