Ji qata 5an hatibû avêtin, bav û birayê wê ew kuşt

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Feyrûz Azad Kuştina Jinan Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê jina ku par ji aliyê du kesan ve ji avahiyê hatibû avêtin îro ji aliyê bav û birayê xwe ve hat kuştin.

Bûyer îro li taxa Daratûyê ya Hewlêrê qewimî.

Li gorî îdiayan dema ku Feyrûz di xew de bûye bav û birayê wê bi ser mala ku lê dijiya de girtiye û ew dane ber guleyan.

Feyrûza 19 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan Feyrûz bi dê û zirbavê xwe re dijiya.

Piştî bûyerê gumanbar bi otomobîla ku hatibûn reviyan.

Nazê Ferhad dêya Feyrûzê li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Nazê Ferhadê got, “5 kes bûn. Hevjînê min ê berê ango bavê Feyrûzê yê biyolojîk, kurê wî û xizmên wî hatin malê û keça min di xew de kuşt.

Wê demê em di xew de bûn. Du keçên min ên din jî li ba Feyrûzê bûn. Tiştek bi wan nehat.”

Her du fenomen hatibûn berdan

Nazê Ferhadê diyar kir ku kuştina keça wê bi bûyera ji avêtina avahiyê ve girêdayiye û wiha pê de çû:

“Kesên ku di bûyera avahiyê de destdirêjî li keça min kir pêr ji girtîgehê hatin berdan.

Wan kesan li ser medyaya civakî parvekirinên provokatîf kirin.

Wan heya û şerefa me birin. Ev parvekirin xizmên wê provoke kir.”

Hatibû îdiakirin ku keça ciwan a ku birîndar bûbû piştî bûyerê giliyê xwe paş de kişandiye.

“Eger vîze bihata dayîn keça min nedihat kuştin”

Nazê Ferhahê herwiha got:

“Tiştekî wisa nîne. Heta îro jî em bi nexweşxane û dadgehê re mijûl bûn.

Di vê heyamê de ji bo parastina keça xwe min gelek caran mala xwe guhert.

Min xwest keça xwe derxim derveyî welêt, min du caran serî li vîzeya Tirkiyeyê da lê her du caran jî hat redkirin.

Eger vîze bihata dayîn tiştekî wisa nedibû.”

 

Kesek hat desteserkirin

Tîmên Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Hewlêrê piştî bûyerê çûn malê û dest bi lêkolînê kir.

Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku gumanbarek hatiye girtin.

Çi bûbû?

Du fenomenên medyaya civakî, 18ê Çiriya Paşîna 2023yan jina bi navê Feyrûz A.ya 19 salî ji qata 5emîn a avahiyekê avêtibû.

Feyrûz bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê hatibû dermankirin.

Piştî vê bûyerê her du fenomen ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibûn desteserkirin.

Lê çend roj berê her du fenomen ji aliyê dadgehê ve serbest hatibûn berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst