Li Sêrtê zarokekî 4 salî di hewzê de xeniqî

17-07-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Zarok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrta Bakurê Kurdistanê zarokekî 4 salî di hewzeke biçûk a li ber pêşiya malê de xeniqî.

Li gorî zanyariyan li navçeya Misircê ya Sêrtê zarokê bi navê Omer P. li pêşiya mal xwe dilîst lê piştî demekê di hewza ku ji bo ciwaniyê li pêşiya malê hatibû çêkirin de nîvxeniqî hat dîtin.

Malbatê ew ji hewzê derxist û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.

Lê Omer tevî hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Leşker stûpêça Mihemed Emîn dikişkişîne / Wêne: Rûdaw

Îraqê ew cotkarê Kurd da dadgehê

Leşkerekî stûpêça wî kişkişand û xwest wî bi darê zorê ji traktora wî peya bike lê cotkarê Kurd li ber xwe da û nehat xwarê