'Li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan ne li gor dahata welatiyan e'

17-04-2023
Hisên Omer
Bi nêzikbûna cejnê re li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan bilind bûne
Bi nêzikbûna cejnê re li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan bilind bûne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzikbûna cejna Remezanê re li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan bi awayekî berbiçav bilind bûne.

Welatî ji bo amadekariyên cejna Remezanê pêdawîstiyên xwe dikirin. Lê bi nêzîkbûna cejnê re, bihayê nirxê kelûpelan li bazarên zêde bûye. Bihabûn bi taybet di nirxê goşt, Şêrînahiyên cejnê û cilûbergan de çêbûye.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji bazarên Qamişlo wergirtine li bazarê 1 kîlo goşt ji 50 hezarî bûye 60 hezar lîreyê Sûrî. Herwiha 1 kîlo mirîşk ji 14 hezarî bûye 17 hezar lîreyê Sûrî.

Li aliyê din 1 kîlo şekirên cejnê ji 20 hezarî dest pê dike heta 40 hezar lîreyê Sûrî hene.

Beriya cejnê li Rojavayê Kurdistanê cilûberg jî bi rêjeyeke mezin biha bûne.

Şikîr Yûsif, pisporê geşepêdana mirovî û şarezayê aborî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, nirxê kelûpelan, ne li gor dahata piraniya welatiyan e.

Şarezayê aboriyê Şikrî Yûsif dibêje"Bi rastî piştî ew erheja ku li Sûriyê çêbûye gelek rêxistin alîkarî şandin Sûriyê îstikrarek ji dolar re çêkir nihan bilind nabe li ser bihayek hatiye sekinandin di navbera 7 hezar 650 heta 7 hezar û 700 lîreyê Sûrî de ye. Ew ziyada ku Rêveberiya Xweser ji karmendên xwe re daxist baş bû îstikrariyek çêkir. Lê tu bikî nekî rewşa aborî nexweş e, kelûpelên xwarinê gelek biha ne, fêkî her wisa gelek biha ne. Bi rastî rewşa aborî li sûkê piçekî nexweş e. Lê ez dibêjim em di şer de ne û rewşa siyasî û serbazî ya Sûriyê nehatiye çareserkirin û dolar îstikrariya wê namine."

Ji ber ku Rêveberiya Xweser bihayê 1 kîlo goştê sor bi 50 hezar lîreyê Sûrç destnîşan kiriye, piraniya goştfiroşan li Qamişlo firoşgehên xwe daxistibûn  û ketiûn girevê. Li gor firoşkarên goşt,, kêmtir ji 60 hezar lierê Sûrî ji bo yek kîlo goşt ew zirarê dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst