Heciyekî ji Qamişloyê li Girê Erefeyê wefat kir

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Mekke Hecî Hemîd Husên Girê Erefeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heciyê bi navê Hisên Hemîdê ji bajarê Qamişloyê li Girê Erefeyê yê Mekkeyê wefat kir.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, vê sibehê dema Hecî Hisên Hemîdê 78 salî bi xanima xwe ya bi navê Hecî Fatma Îbrahîmê re dixwest biçe ser Girê Erefeyê, rojê li wî daye û ji germa wefat kir

Piştî 2 rojên din dê li Kabeyê nimêja bikom li ser cenazeya Hecî Hisên Hemîd bê kirin û cenazeyê wî dê li goristana Şerayî ya Mekeyê bê veşartin.

Her kesê ku di dema Hecê yan jî Umreyê de dimire li Goristana Şerayî tê veşartin.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, tenê ji Parêzgeha Hesekê zêdeyî 500 welatiyên Kurd bi rêya Şamê çûne Hecê.

Li aliyê din, ji 115 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dijîn ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê destûr standiye û çûne Hecê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst