Li Heseke ji ber êrîşa droneke Tirkiyê 2 kes birîndar bûn

17-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê ya ser bi herêma Hesekê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gor çalakvanên xwecihî, êvara 16ê Li gundê Til Tewîl ê Aşûrînişîn ser bi bajarokê Til Temirê li rojavayê bajarê Hesekê, deroneke Tirkiye xaleke serbazî ya hêzên “Natûre” ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir armanc.

Hat ragihandin ku di encam de şervanek birîndar bû û herwiha sivîlekî jî lingê xwe ji dest da.

Herwiha hat zanîn ku di heman demê de artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî  wê gundên Mielek, Seyda û rêya M4 ên li devera Eyn Îsayê topbaran kirin.

Di 9ê Nîsanê de jî, droneke Tirkiyê xaleke serbazî ya HSDê li Girê Kepez 13 kîlometre dûrî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kiribû armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst