Li Şehbayê zarokekî 14 salî tevlî hêzên leşkerî kirin

17-04-2021
RÛDAW
Nîşan Şehba Leşker Zarok YPG Yehya Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Şehbaê ya bakurê Helebê ku nêzîkî 150 Hezar koçberên Efrînî lê dijîn, zarokekî 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin.

Yehya Mihemed, ku xelkê gundê Çaqmaqa ya Efrînê ye û li bajarê Tel Rifet dimîne, ji Rûdaw re got, ku kurê wî Yûsif ê 14 salî tevlî hêzên YPGê kirine.

Bavê zarokê navborî Yehya Mihemed daxwaz kir, ku kurê wî vegerînin.

Di derbarê vê yekê de, Xalid Cebir, hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê, ji Rûdaw re got ji ber ku devera Şehbayê ne girêdayî ofîsa wane, agahiyên wan li ser rewşa wî zarokî tune ne.

Cebir eşkere kir, ku tevî wê yekê jî, ew ê hewil bidin rewşa wî zarokî bişopînin û tiştê ji destê wan derkeve, ew ê ji bo wî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst