HSDê pabendbûna xwe bi destpêşxeriya diyaloga Kurdî-Kurdî ragihand

17-02-2021
RÛDAW
Nîşan Diyaloga Kurdî-Kurdî HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) careke din pabendbûna xwe bi destpêşxeriya û garantoriya diyaloga Kurdî-Kurdî ragihand.

Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya HSD têkildarî Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera Partiyên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)  de daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku diyalogên di navbera partiyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de beşek ji stratejiya hêza wan e da ku bibe destpêka diyalogên sûrî-sûrî.

Di daxuyaniyekê de, Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya HSD ragihand ku ji bo yekrêzî û yekgirtina gotara siyasî di navbera PYNK û ENKS de, ew pabendî dewstpêşxeriya xwe ne.

Daxuyanî hate gotin: “Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dike ku ew pabendî insyatîfa xwe û misogerkirina diyalogên kurdî-kurdî ye, da ku armanca yekrêzî û yekkirina xîtaba siyasî ya di navbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de pêk were. Hebûna hin nakokiyan di nêrînên her du aliyan de tiştekî normal e. Lê ya girîng ew e ku di dema diyalogan de îradeyeke siyasî hebe da ku nakokî werin derbaskirin û rihê berpirsyartiyê derkeve pêş.

HSD tekezî li ser girîngiya îradeya siyasî û rihê berpirsiyarî ji bo biserxistina berjewendiya giştî di ser berjewendiyên partîtî yên berteng re kir û hêvî kir ku daxuyaniyên medyayî, ji her aliyekî be bila bibe, nebin asteng li pêş diyalogê.

Di daxuyaniya xwe de, HSD diyar kir ku diyaloga partiyên siyasî yên Kurdî beşeke ji stratejiyeta HSD ji bo destpêkirina diyalogeke Sûrî-Sûrî.

Di 17ê Hezîrana 2020 de şandên herdu aliyên PYNK û ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku gihîştineke lihevkirineke siyasî ya hevbeş.

Li gor wê lihevkirina siyasî ya hevbeş, Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 dibe bingeha danûstandinên navbera herdu aliyan.

Piştre qonaxa duyem a danûstandinên PYNK û ENKSê dest pê kiribû û li gor daxuyaniyên berpirsên herdu aliyan, di wê qonaxê de jî wan pêngavên baş avêtine û di piraniya mijaran de ew gihîştine rêkeftinê.

Di wan demên dawiyê de, ji ber daxuyaniya Aldar Xelîl ya derbarê Pêşmergeyên Rojava de û bersivdanên rayedarên ENKSê, metirsî li ser pêşeroja danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê çê bibû.

Aldar Xelîl di rojên destpêka meha Çileya 2021 de di hevpeyvîneke ligel medyaya nêzîk PKKê de, Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kiribû û gotibû: “Pêşmergeyên Roj yê rastî pêşmerge nînin,  Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şingalê û li Qendîlê bikar anîn. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”

Aldar Xelîl herwiha dabû zanîn ku wan xwestiye hilbijartin çêbibin, lê bi gotina wî “ENKS bêyî hilbijartinan dixwaze bibe xwediyê niviyê rêveberiyê, lewma niha danûstandin sekinîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst