Li 2 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 164 rê hatin girtin

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Dêrsim Berf Gund
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên 164 gund û gundikan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya îdareyên taybet ên her du parêzgehan, ji ber şert û mercên keşûhewayê li parêzgeha Erziromê rêyên 9 gundan û li parêzgeha Dêrsimê jî rêyên 155 gundan hatiye girtin.

Li navçeyên Pilemûriye, Mezgîr, Xozat, Pulur û Qisleyê li cihên bilind stûriya berfê gihiştiye 2 metreyan û ji ber vê yekê rêya gund û gundikan hatiye girtin.

Hatiye ragihandin ku ji bo vekirina rêyên girtî kar û xebat hatine destpêkirin û berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst