Soylu li ser teqîna Amedê: Êrîş li Licê hatibû plankirin

16-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro serdana cihê teqîna li Amedê kir û ragihand, teqîn li navçeya Lice ya Amedê hatiye plankirin. Soylu got, berpirsê teqînê li ser rêya navçeya Liceyê hatiye desteserkirin.

Îro di saetên serê sibê de li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 kes birîndar bûn ku 8 ji wan polîs û yê din endazyarek bû.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro serdana Amedê kir û çû cihê teqînê.

Soylu li cihê teqînê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Êrîş li Licê hatibû plankirin. Birayê kesê ku wesayîta tijî teqemenî li wir hiştibû, di sala 2014an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû bêbandorkirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu herwiha ragihand, berpirsê teqîna Amedê û kesên alîkariya wî kirine hatin desteserkirin.

Suleyman Soylu diyar kir, berpirsê teqînê li ser rêya navçeya Liceyê hatiye desteserkirin.

Soylu got, “Demjimêr 5:10 xulekê sibehê otombîlekê ku bombebarkirî li ser rê hatibû rawestandin, dema polîs û hêzên me yên emnî ji bo tedbîrên rojane diçûn bazara ajelan hat teqandin. Spas ji Xwedê re di minibusê de 9 kes hebûn, 8 polîs bûn û yek jî endazyarekî sivîl bû. Tiştek jî nebû. Hemû bo pişkînînê biribûn nexweşxaneyê û derketin. Derbasî be ji wan re.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê destnîşan kir, “Piştî bûyerê demjimêrek bi ser de neçû, Rêveberiya Ewlekariya Amedê bi hevkariyê hem kesê ku otombîl li vir rawestand û hem jî kesê ku bombe bicih kir, li ser rêya Lîceyê girtin. Demildest lêpirsîna wan kirin û kesê ku otomobîl anî vêderê û bombe bicih kir, tawanê xwe qebûl kir. Kesekî ku birayê wî sala 2004an dema di nav rêxistina terorê de bûye, ji aliyê hêzên me yên emnî hatiye kuştin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de jî niha 5 kes desteserkirîn e. Operasyona me dê bi berfirehî dewam bike.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst