Rêveberiya Keşnasiyê ji bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur hat dayîn.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gor pêşbîniyên wan dê li parêzgehên Bedlîs, Wan û Agiriyê baraneke gur bibare û hişyarî da.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li ser rewşa hewayê pêşbîniyên xwe belav kirin.

Rêveberiyê ragihand ku dê îro li parêzgehên Bedlîs, Wan û Agiriyê baraneke gur bibare û dibe ku lehî rabe.

Rêveberiyê herwiha ji welatiyan xwest ku ji bo îhtimala lehiyê, lêdana birûskan û astengiyên çûnûhatinê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst