4 deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de hatin vekirin

16-10-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de careke din hatine vekirin
Deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de careke din hatine vekirin
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Her çar deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji bo hatûçûyê bi dîsa temamî hatin vekirin. Yek ji wan deriyan jî deriyê Bajêrge ya Colemêrgê ye. Bi Tirkî dibêjinê “ Esendere” aliyê Rojhilat jî jê dibêjinê “Sêro”.  Ligel vebûna  deriyan  Kurdên herdu aliyan ku kesûkarên hevdû ne piştî du salan seredana hevdu dikin.

Deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ku zêdetirî du sal bûn ji ber coronayê girtî careke din hatine vekirin.

Deriyê Bajêrge yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, ji bo xelkê deverê gelek giring e û ji bilî karên bazirganî hejmareke zêde ya hemwelatiyan ji bo seredana kesûkarên xwe diçin aliyê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî bajêrê Urmiyê.

Hemwelatî Mistefa Camiye dibêje: “Ez ji Şemzîna têm û diçim Mirgever bajarê Urmiyê, du sal bûn ku derî girtîbûn, nexweşiya coronayê heye, hikumeta me jî digotin neçin bila hun nexweşiyê negirin, lê niha spas bo Xwedê nexweşî kêm bûye û em gelek keyfxweş in ku deriyên sînorê me hatine vekirin.”

Di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de 4 deriyên sînorî hene. Deriyê Bajêrge yek ji wan deriyan e û  ji aliyê rojhilat ve weke Sêro tê binavkirin beriya coronayê bi wî  derî re salane derdora 14 hezar barhilgir, 39 hezar wesayetên biçûk û 724 hezar kesan hatûçû dikirin.

Hemwelatî Hûsên Taşçî jî got: “Em gellek keyfxweş in ku deriyên me  yê Bajêrge ya Geverê hat vekirin. Du sal bûn me nedikarin bên û biçin. Em niha diçin seredana kesûkarên xwe.”

Xelkê deverên Colemêrgê, Şemzîna, Gever, Çelê Rubarok û beşek navçeyên Wanê ji bo hatûçûya Rojhilatê Kurdistanê rêya deriyê Bajêrge bikar tînîn beşek zêdeya geştiyarên Îranî bi rêya heman derî seredana bajarê Wanê dikin.

Welatiyê Rojhilatê Kurdistanê Sedredîn Zaherpuor jî got: “Piştî du salan em niha dikarin bên. Êdî gumrik vebûn û me jî testa coronayê kir û em hatin. Em keyfxweş in ku deriyên me vebûne.”

Li gorî amarên Komeleya Geştiyarî ya Wanê sala beriya coronayê sala 2019ê nêzîkî 430 hezar geştyaran bi rêya deriyên sînorî seredana bajarê Wanê kirine û sala 2020ê ji ber coronayê rêjey ji sedî 90 daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst