Mêşvan li Colemêrgê dest bi hilberîna jehra mêşan dikin

16-09-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Colemêrg Jehra Mêşan Mêşvan
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Her çende amareke fermî û dirust li ber destan nebe jî lê tê zanîn kul i herêma Colemergê salane qebareyeke zêde ya hingivê mêşan berhem tê. Li gorî lêkolîneke ji aliyê Zanîngeheke Tirkiyê û Zanîngeheke Almanî hatiye kirin, ji bilî hingivê xwe heman demê jehra mêşên herêma Colemergê jî xwedî taybetiyeke cuda ye. Li gorî lêkolînê jehra mêşên Colemergê weke jehra herî baş hatiye tomarkirin.

Hacer û bavê xwe rojanê 20 km rêyê ji Geverê bo gundên binya doskiya dibirin û têne nav meşên xwe. Ew salene ji mêşên xwe berhemên hingiv, pêndo, polen û şemayê digirin û diforişin niha ew li bendê ne ku êdî jehra mêşan jî berhem bînin û êdî weke berhemeke mêşan jehra mêşan jî bifiroşin.

Mêşvan Hacer Es got “Tê gotin jehra mêşan ya herêma Colemergê ji ya hemû deverên din baştir e. Em jî dixwazin ku êdî em jî jehra mêşan derxin bazarê û ji bo derve jî bişînin. Tê gotin ku ji bo dermanan gellek baş e.”

Jehra mêşan bi navê xwe yê zanistî weke apîtoksîn tê zanîn. Di  lêkolîneke Zanîngeha Ege ya Îzmîrê û Zanîngeha Teknîkî ya Berlînê de li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li 55 bajaran nimûneyên jehra mêşan hatine pişkînin û li gorî encama lêkolînê jehra herî baş ya mêşên herêma Colemêrgê û navçeyên wê derketiye.

Serokê Yeketiya Mêşvanên Colemêrgê Fazil Durmuş dibêje “Sala borî kesên şareza ji Zanîngeha Îzmîrê hatin me ji herêma Colemergê me nêzîkî 20 nimûne standin û niha li gorî encaman jehra herî baş ya herêma Colemergê ya duyem jî ya Şirnexê bi taybetî herêma Feraşînê ye. Li 55 cihên cuda lêkolîn hatine kirin di encamê de jehra Colemergê yekem piştî wê jî jehra Şirnex Feraşînê ye. Niha ve de em weke yeketiya Mêşvanan dê Dezgehên pêwîst bidin mêşvanan her mêşvanê bixwaze dê navê tomar bike û dezgeh li nav mêşên xwe deyne.”

Ji bo berhem anîna jehra mêşan li kewarên mêşan de dezgehek tê danîn, her mêşek 20 rojan  piştî ku hate dinyayê dikare jehra mêşan berhem bîne, her 10 hezar mêş nava nîv seatê de dikarin 1 gram jehr behrem bîne.

Hingivfiroş Azad Herkî anî ziman “Jehra mêşan ji bo dê feydeyekî baş be, ne tenê bo me eger hat û ji bo nexweşiyên giran bê bikar anîn û xelk feyde jê bibîne dê ji bo herkesê baş be. Eger dezgeh ji me re were, em dikarin qazancekî baş ji jehra mêşan bibînin.”

Jehra mêşan herî zêde di çêkirina hindek dermanên nexweşiyên giran de tê bikaranîn li gorî zanyariyan yek grama wê zêdetirî 1500 lîreyan tê firotin û yek dezgehê pêwîst ji bo komkirina jehra mêşan jî niha 10 hezar lîreyane 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst