‘Gultan Kişanak piştî şîna xwişka xwe rûbirûyê miameleya neyasayî bûye’

16-08-2023
RÛDAW
Nîşan Gultan Kişanak Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Kedê ya Dîlokê ragihand, Gultan Kişanak piştî beşdarî merasîma cenazeyê xwişka xwe bû, di vegera ji girtîgehê de rûbirûyê miameleya neyasayî bûye.

Parlamentera Partiya Kedê ya Dîlokê Sevda Karacayê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.

Gultan Kişanak piştî ku roja 9ê Tebaxê li Xarpêtê beşdarî merasima veşartina cenazeyê xwişka xwe bûye, di dema vegerandina girtîgehê de rûbirûyî miameleya gelekî xirab a di asta şkenceyê de bûye.

“Şevekê di cihekî wek embar û gemarî de maye”

Li gorî Karacayê, Gultan Kişanaka ku di Girtîgeha Tipa Fyê ya Kandirayê de girtî ye, piştî şîna xwişka wê, bêyî ku wê agahdar bikin, bêyî derman û tiştên wê bidinê, peywirdaran ew biriye Girtîgeha Xarpêtê û wê şevê di cihekî wekî embar û gemarî de hiştiye.

Sibehê Kişanakê xwestiye bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinekê bike lê wan nehîştiye û jê re gotiye “Yên tu anî vir cendirme bûn û ew dê bîsteke din bên te bibin.”

“Parêzer dane sekinandin”

Parlamentera Partiya Kedê ya Dîlokê Sevda Karacayê anî ziman:

“Piştî rijdbûna Kişanakê, wan destûr daye ku agahiyê bide malbata xwe ku di Girtîgeha Xarpêtê de ye.

Piştî wê agahiyê parêzerên Kişanakê çûne wê bibînin.

Berpirsên girtîgehê gotiye, ji ber ku ew girtî ye, nabe her dema hûn bixwazin wê bibînin û demekê parêzer li wir dane sekinandin.”

Sevda Karacayê herwiha got:

“Piştî ku hevdîtina Kişanak û parêzerê wê dest pê kiriye, cendirme hatine daku wê bibin Girtîgeha Kandirayê.

Di rê de jî cendirmeyan kîsekî xwarinê xistiye destê Kişanakê û wan xwestiye belgeya ku li ser ‘şîv hatiye dayîn’ nivîsandî bûye îmze bike.”

Karacayê diyar kir ku heta wan Kişanak ji Girtîgeha Xarpêtê biriye Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê di rê de ew biriye Sêwazê û 3 demjimêran li wir hiştiye.

“Miamele hem li dijî mirovahiyê ne û hem jî li dijî yasayê ne”

Parlamentera Partiya Kedê Sevda Karaca bang li Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê kir û got:

“Li beramberî girtiyekê nabe ku ev miameleya xirab were kirin. Êdî eger ew girtî di nav şînê de be û êşa wê mezin be, siyasetmedarek be ku ji aliyê xelkê ve hatibe hilbijartin.

Di vê astê de miameleyên wek şkenceyê hem li dijî mirovahiyê ne û hem jî li dijî yasayê ne. Ez li bendê me Wezîrê Dadê li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.”

Siyasetmedara Kurd û Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji Çiriya Pêşîn a 2016an ve bi hinceta endamtiya PKKyê di girtîgehê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst