Hêvîdar Ehmed bi mûçe û keda xwe dibistanek nûjen kir

16-07-2019
Yûsif Mûsa
Parlamenterê PDKê yê Duhokê li Zaxo Dibistana Til Keberê nûjen kir
Parlamenterê PDKê yê Duhokê li Zaxo Dibistana Til Keberê nûjen kir
Nîşan Hêvîdar Ehmed Zaxo Dibistan Til Keber Nûjenkirin
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Dibistana Til Keberê li navçeya Zaxo ya Duhokê bi mûçeyê parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Duhokê Hêvîdar Ehmed  tê nûjenkirin.

 

Parlamenterê Duhokê Hêvîdar Ehmed mûçeyê xwe yê mehekê bo Dibistana Til Keberê ku ji 6 salan ve li benda nûjenkirinê bû, terxan kiriye û bixwe jî wek karmendekî xebitî.

 

Li dibistana Til Keber bêhtirî hezar xwendekaran dixwînin.

 

Hêvîdar Ehmed ji Rûdawê re got: “Ez hatim min ev dibistan dît, cadeyên wê nehatîne qîrkrin û nêzîkî hezar xwendekaran tê de dixwînin. Me biryar da ligel xêzana xwe tê de bikin û mûçeyê xwe yê vê mehê lê xerc bikin.”

 

Xwendkarê bi navê Cîhad Xalid jî got: “Destpêkê dibistana me ne baş bû û camên wê şkestî bûn, wêran bû û zivistanê ji ber baranê dilop dikir, serma bû.  Lê nija Hêvîdar Ehmed bûye alîkar ku bê nûjenkirin gelek baş bû.”

 

Xwendekar Yûsif Ebdulrehman jî diyar kir ku di werza zivastinê de dema baranê dibarî ew li dibistanê şil dibûn.

 

Pêwîstiya 15 dibistanên Zaxo bi nûjenkirinê heye û sala bê nêzîkî 10 hezar xwendekarî ji ber dibistanên kevin wê rastî pirsgirêka bên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst