Tirkiyeyê îsal 833 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kir

16-06-2024
RÛDAW
Nîşan Êrişên Tirkiyeyê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Herêma Kurdistanê Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an zêdeyî 800 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye û 8 sivîlan jî ji ber wan êrişan canê xwe ji dest daye.

Endamê CPTyê Kameran Usman li ser êrişan ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di bombebaranên Tirkiyeyê de 8 kesên sivîl canê xwe ji dest daye.

Li gorî CPTyê hejmaran bomberan û êrişên sala 2024an ên li herêm û bajarên Herêma Kurdistanê wiha ne:

- Dihok: 365 êriş û bombebaran hatine kirin

- Hewlêr: 356 êriş û bombebaran hatine kirin

- Silêmanî: 102 êriş û bombebaran hatine kirin

- Şingal û Nînowa: 10 êriş û bombebaran hatine kirin

 Kamêran Usman di berdewamiya axaftina xwe de behsa êrişên dawî yên Tirkiyeyê kir û got:

"Di maweyê 2 hefteyên borî de Artêşa Tirkiyeyê Çiyayê Metîna 27 caran bombebaran kir.

Geliyê Reşavayê yê Amêdiyê, Çiyayê Sawên û Qendîl, lûtkeya Kurreşel û Çiyayê Kêwerreşê yê Ranyeyê, Çiyayê Casûsanê yê Pişderê hatin bombebarankirin.

Li navçeya Pêncwenê jî gundê Kaniya Mîran, Komar û Nizarê hatin bombebarankirin. “ 

Sala 2023yan hezar û 548 caran êrişî hatibû kirin

Li gorî CPTyê ji sala 1990î ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê 850 sivîl li Herêma Kurdistanê yan mirine yan jî birîndar bûne.

Li gorî heman amaran, Tirkiyeyê sala 2023yan hezar û 548 caran êrişî axa Herêma Kurdistanê kiriye.

Kameran Usman amarên êrişan jî wiha eşkere kirin:

- Hezar û 159 êriş bi balafirên şer hatine kirin

- 228 êriş bi dronan hatine kirin

- 114 topbaran hatine kirin

- Sê caran gule li xelkê hatine reşandin

- Du êriş bi mayînan hatine kirin

Li hêla din amarên êrişan ên li gorî parêzgehan wiha ne:

- Hewlêr: 475 êriş

- Dihok: 517 êriş

- Silêmanî: 420 êriş

- Nînowa: 36 êriş

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst