Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 2 rojên dawî di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de ti êriş an şer derneketine.
Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman li ser şerê PKK û Tirkiyeyê ji Rûdawê re axivî.
Berpirsê CPTyê Kameran Osman daxuyand:
“Di nava 45 saetên dawî de artêşa Tirkiyeyê ti êriş li axa Herêma Kurdistanê pêk neanîne.
Di navbera PKK û leşkeran de ti şer derneketine.”
Kameran Osman amaje bi wê yekê kir ku CPT li qadê operasyonên leşkerî yên Tirkiye û Îranê yên li Herêma Kurdistanê dişopîne.
Osman destnîşan kir ku êrişa dawî ya artêşa Tirkiyeyê 2yê Adarê li nêzîkî gundê Sêgirê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê pêk hatiye.
Li aliyê din, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser êrişên artêşa Tirkiyeyê daxuyaniyek da.
HPGyê ragihand ku hêzên wan di agirbestê de ne lê artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe yên hewayî û bejahî berdewam dike.
Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an bangî PKKyê kir ku çekan deyne.
PKKyê li ser banga Abdullah Ocalan 1ê Adarê ragihand ku agirbest îlan kiriye.
Roja piştî agirbestê, 2yê Adarê destê sibehê artêşa Tirkiyeyê bi helîkopteran Çiyayê Lînkê yê navçeya Dêrelûkê ya Dihokê bombebaran kir û PKKyê jî bersiva vê êrişê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse