Li Wanê dîsa qedexe hat ragihandin!

16-05-2024
Nîşan Wan Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê meş, xwepêşandan û civînên li derve 4 rojan qedexe ne.

Parêzgeriya Wanê ragihand ku li parêzgehê hemû meş, xwepêşandan û civînên li derve maweyê 4 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeyê îro dest pê kiriye û dê heta 19ê Gulanê saet 23:59an berdewam bike.

Hat ragihandin, tenê dê çalakiyên ku qaymeqamtî û parêzgarî destûrê didin serbest bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst