Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê: Derî ji ber helwesta PYDê hatiye girtin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Deriyê Pêşabûr Deriyê Sêmalka Herêma Kurdistanê Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku derî ji ber kiryar û helwestên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatiye girtin.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê li ser girtina deriyê sînorê yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê bi bîr xistiye ku Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê hatiye vekirin.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê dibêje: “Herêma Kurdistanê çendîn car tekezî li ser girîngiya wê yekê kiriye ku divê derî ji bo xizmetguzariyên mirovî vekirî bimîne. Heta niha sê rêkeftin bi serperiştiya Serok Barzanî ji bo deriyê sînorî hatine kirin û madeyên taybet ji bo îdarekirina deriyê sînorî bi hevbeşî hene, lê belê PYDê her dem rêkeftin binpê kirine û di wê siyaseta xwe ya binpêkirinê de berdewam bûye.”

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê diyar kir ku karê li derî, bo warên din jî hatiye berfirehkirin û dide zanîn ku  bêyî vê derî, bi hezaran koçber û penaberên Kurd û Eren yên li dervey Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nikarin serdana kesûkarên xwe bikin û dibêje: “Tevî yekê jî PYD her tim pirsgirêk û astengî li pêşiya karê derbazbûnê derdixe.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê dibêje: “Xwestine bi rêya dêrî û sînoran çek û teqemenî veguhezîne nav Herêma Kurdistanê, da ku rewşa ewlehiyê xera bike. Derbarê vê mijarê de zanyariyên hevpeymanên me yên di Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de jî hene.”

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê herwiha eşkere dike ku PYDê derdora salekê ye rê nade endam, serkirde û kesên nêzîkî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Eniya Aştî û Azadiyê derbasî Herêma Kurdistanê bibin û hepsa malê li ser wan ferz kirine û dibêje: “Lê ew rê dide hemû kesên xerîb bi azadî derbas bibin.”

Li gor daxuyaniyê, xweragirtina Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrêli hember PYDê, heta niha ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê bû, lê belê dawiya dawî ew neçare man ku pêwendiyan di ber çavan re derbas bikin.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê tekez dike ku derî ji ber helwesta PYDê hatiye girtin û dibêje: “Xetên sor derbas kirin û komploya xwe dubare kirin. Ji bo ku em vê nêzîkatiyê biguherînin em gelek xebitîn. Wan rê û derî her dem girtî dihiştin. Ew tenê difikirin ku ew rast in. Me ji bo miletê xwe her tişt tehemûl kir, lê niha ev helwest gihîştiye asteke ku em nikarin qebûl bikin û tehemul bikin. Divê PYD dest ji dirûşmên xwe yên sexte berde, çimkî êdî kes bi wan bawer nake. Mafê gel jî heye ku vê yekê qebûl neke. Ji bo ku zirar negihe gelê me, çi ji destê me bê em dê bikin.”

Herî dawî Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê dibêje: “Em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin, ku em nikarin bibin temaşevanê zilm, dîktatorî û tevgerên PYDê ên dijî Kurd û mirovahiyê. Divê ev derî di xizmeta hemûyan de, ne ku tenê ya partiyekê de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst