Polîsên serbazî di rojekê de 3 welatiyên Kurd li Efrînê girtin

16-05-2023
Hisên Omer
Polîsên serbazî di rojekê de 3 welatiyên Kurd li Efrînê girtin
Polîsên serbazî di rojekê de 3 welatiyên Kurd li Efrînê girtin
Nîşan Efrîn Welatiyên Kurd Girtin Polîsên Serbazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên serbazî yên opozisyona Sûriyê û Îstîxbarata Tirkiyê, di rojekê de 3 welatiyên Kurd ji 3ê gundên cuda li nav bajarê Efrînê girtine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê roja 10ê Gulanê, Nezmî Mihemed Hesen ê 60 salî ji gundê Coqê û Mesûd Xelîl Îsmaîl ê 40 salî ji gundê Zivingê li ser destê Polîsên Serbazî hatine girtin.

Herwiha Seydo Hisên Dawîd 47 salî jî ji gundê Qeregolê ji aliyê Îstîxbarata Tirkiyê ve hatiye girtin.

Berdevka Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, Leman Xelîl ji Rûdawê re got, tohmetên ku welatî bi wan tên girtin tenê hincet in.

Berdevka Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Leman Xelîl got: "Pîştî 5 salan ji dagirkirina Efrînê ve girtina xelkê me yên Efrînî nehatiye sekinandin. Bi tohmetên ku bi PYDê re kar dikirin, ev tişt jî ne rast in. Ku rast derkevin jî ji sedî 2 rast in û ew kes jî 2-3 car hatine girtin pere dane. Ev tişta çê dibe zextê li ser xelkê me yê Efrînê çê bikin ku mal û milkên xwe nexwazin, di cihên xwe de nemînin, bajarê xwe bihêlin derkevin."

Her ji gundê Coqê, li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, naverasta meha nîsanê, polîsên serbazî welatiyê Kurd, Wehîd Henan ê 59 salî girtine û heta niha kesûkarên wî nizanin ew bi çi tohmetê hatiye girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst