3 girtiyên siyasî, piştî 30 salan hatin berdan

16-04-2022
RÛDAW
Nîşan Girtiyên Siyasî Girtîgeh Azadî Serbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Benek, Abdullah Babat û Alî Benek piştî 30 salan ji girtîgehê derketin îro li bajarê xwe Wanê hatin pêşwazîkirin.

Doh 15ê Nîsanê, 3 girtiyên ku di sala 1992an de li Wanê bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorî" hatibûn girtin û 30 sal in di girtîgehê de bûn, hatin berdan.

Ahmet Benek û Abdullah Babat ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, Alî Benek jî ji Girtîgeha Tîpa T a hejmar 1 a Bandirmayê hatin berdan.

 3 girtiyên siyasî danê sibehê bi firokeyê gihîştine Wanê, bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst