Hewlêr (Rûdaw) – Rexistan DAIŞê êrîşa çekdarî bi ser bîra petrolê ya li Kerkûka Başûrê Kurdistanê.
Li gor agahiyên berdest, çekdarên DAIŞê duh bi şev êrîşî bîra petrolê ya li Hebaziyeya li başûrê rojavayê Kerkûkê kirin.
Polîsên ewlehiya bîrê pêk dianîn, bersiv dan êrîşê û li ser wê yekê pevçûn derket û di encamê de polîsek birîndar bû.
Di daxuyaniya lîwaya 61ê ya artêşa Iraqê li Kerkûkê de jî hat diyarkirin ku her roj operasyonan dibin ser şaneyên veşartî yên rêxistina DAIŞê û wan desteser dikin.
DAIŞê di 13ê Nîsana 2020an de êrîşî xala polîsan a li Hewîceya li başûrê Kerkûkê kiribûn, di êrîşê de polîsek hatibû kuştin.
Di 14ê Nîsanê de jî bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, operasyon biribûn ser cihên DAIŞê yên li Kerkûkê, di operasyonê de leşkerekî Iraqê û 23 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse