ÊLIH – Li gundekî tenê mixtar çû dengdanê

16-04-2017
RÛDAW
Nîşan Êlih Referandûm Mixtar
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li gundê Demirbilek a Êlihê tenê mixtarê gundê Yolverenê çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî.

 

Li gundê Demîrbîlek a bajarê êliha Bakûrê Kurdistanê tenê mixtarê gundê Yolverenê Mehmet Alcu dengê xwe bikar anî. Serokê sindoqan Ramazan Kaban jî got; “Li seranserê welat herî zû li vî gundi dengdan bidawî bû.”

 

Gundê Yolverenê 15 kîlometreyan dûrê bajarê Êlihê ye û ji bilî mixtar hemû dengdêrên gund li Ewropayê dijîn. ji bo dengdana vî gundi li gundê Demîrbîlekê sindoqa jimare 2213 hate danîn.

 

Mixtarê 78 salî yê bi navê Mehmet Alcu, ku ev 35 sal e mixtar e, dengê xwe bikar anî.

 

Mehmet Alcu got; “Hemû xizm û kesên me li Ewropayê ne. Min û hevjîna xwe me deng bikar dianî. Lê hevjîna min nexweş e û tenê ez mame.”

 

 Di giştpirsiya îro ya Tirkiyê de mafê 55 milyon û 319 hezar û 222 dengdêran heye ku dengên xwe bînin.


 

Li Tirkiyê temanê dengdanê 18 sal e. Li seranserê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 167 hezar û 140 sindoqên dengdanê hatine danîn. Ji van 461 sidoq dê li girtîngehan danîne.

 

 

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, li derveyî Tirkiyê bi giştî li 57 welatan hemwelatiyên Tirkiyê di navbera 27-03-2017 heta 09-04-2017ê dengên xwe bikar anîn.

 

 

Bi giştî milyonek û 400 hezar kesan dengên xwe bikar anîne û rêjey beşdarbûna giştpirsiyê li derveyî Tirkiyê ji sedî 47 bûye. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst