Li Şingalê ciwanekî canê xwe ji dest da

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şingal a Başûrê Kurdistanê û derdora wê piştî baraneke bihêz lehiyeke xurt rabû û di encamê de ciwanekî canê xwe ji dest da.

Rêveberê nahyeya Sinûnê yê bi wekalet Xwedêda Çûkê ji Rûdawê re ragihand, di encama lehiya ku ji ber barana zêde rabû, ciwanekî bi navê Îsa Feysel 19 salî canê xwe ji dest da.

Îsa Feysel ê ku xelkê nahyeya Sinûnê bûye dema vedigeriya malê li nêzî mala xwe ketiye çalekê û canê xwe ji dest daye.

Xwedêda Çûkê li ser ziyanên lehiyê jî da zanîn ku li deverê ziyan gihîştiye çend malan û ziyan gihîştiye zeviyên çandiniyê yên cotkaran jî.

Her wiha li hin bajarên Rojava û Bakurê Kurdistanê jî baraneke bihêz bariya û lehî rabû. Ji ber lehiyê li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihîşte 14 kesan û termê 5ê kesan li Rihayê di malekê de hatin dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst