Sitki Vakar: Tirkiyeyê hîn li ser pêvajoyê biryara xwe nedaye

16-02-2025
Nalîn Hesen
Sitki Vakar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sitki Vakar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Heyeta Îmraliyê Başûrê Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî Peyama Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê DEM Partiyê yê Başûrê Kurdistanê Sitki Vakar diyar kir ku Tirkiyeyê hîn li ser “pêvajoya çareseriyê” biryara xwe nedaye.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne.

Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan de hat Başûrê Kurdistanê.

Nûnerê DEM Partiyê yê Başûrê Kurdistanê Sitki Vakar bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

“Di pêvajoyê de rola Başûrê Kurdistanê mezin e”

Sitki Vakar diyar kir, “Di pêvajoyê de rola Başûrê Kurdistanê mezin e” û daxuayand ku beşên cuda yên Kurdistanê dikarin piştgiriyê bidin hev.

Nûnerê DEM Partiyê eşkere kir ku Heyetê peyama Ocalan bi xwe re aniye û got, “Divê Kurd di vê qonaxê de hevahengiyê li gel hev bikin.”

Sitki Vakar daxuyand ku Heyet dê fikr û ramanên rayedarên Başûrê Kurdistanê yên li ser pêvajoya aştiyê wergire û piştî ku vegeriya dê careke din here Girava Îmraliyê encamên wan civînan bide Ocalan.

Li gorî Vakar, bi îhtimaleke mezin Ocalan dê di nava hefteyek an du hefteyan de peyama xwe belav bike.

Divê were gotin ku Heyet îro Serok Mesûd Barzanî re civiya û dê sibe jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Li gorî bernameyê, Heyet dê 18ê Sibatê jî here Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.

Vakar got ku Heyetê peyama Ocalan bi xwe re aniye û ji bo ku ev pêvajo here serî dive Kurd rêk bikevin.

Nûnerê DEM Partiyê ragihand ku li kîjan parçeyê Kurdistanê pirsgirêk hebe divê Kurdên parçeyên din ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê bixebitin û gavan bavêjin û di vî warî de roleke girîng a Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî heye.

Wî amaje bi wê yekê da ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê hene û Herêma Kurdistanê di vê mijarê de dikare rolê bilîze.

Sitki Vakar bal kişand ser wê yekê ku Heyet hatiye Başûrê Kurdistanê çimkî rola Herêma kurdistanê û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê girîng dibîne. 

“Qeyûman datînin ser şarederiyên me û xelkê me digirin”

Nûnerê DEM Partiyê daxuyand ku Tirkiyeyê hîn biryara xwe ya bo “pêvajoyê” nedaye û xwe lê berda:

“Rast e Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje ew pêvajoyekê dimeşîne lê li aliyekî din qeyûman datînin ser şarederiyên me û xelkê me digirin.

Lewma kurd çi qasî yekgirtî bin û hêza xwe bikin yek dê dewleta Tirkiyeyê ew qasî jî cîditir be.”

Vakar civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi bîr xist û daxuyand ku lihevkirina Kurdan dê wisa bike ku Tirkiye ji bo çareseriyê gavan biavêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst