Wezîr Bayraktar li Erzinganê ji Rûdawê re axivî: Em li 6 kesan digerin

16-02-2024
RÛDAW
Nîşan Alparslan Bayraktar Erzingan Kanzaya Zêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li cihê kanzaya zêran bersiva pirsa Rûdawê de û got, “Em di nav hezar metreyan de li 6 kesan digerin. Metirsiya hezeke din jî heye.”

Li kanzaya zêran a li gundê Çoplerê yê navçeya Îliçê ya Erzinganê, hez li axê ketibû û 9 karkerên kanzayê di bin axê de man.

Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina 9 xebatkaran berdewam dikin lê hîna encamek nehatiye bidestxistin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li cihê bûyerê ji rojnamegeran re axivî.

Bayraktan bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk da.

“Di nava hezar metreyan de em li 6 kesan digerin”

Wezîr Bayraktar li ser xebatên lêgerînê yên ji bo karkeran got:

“Ez naxwazim di vî warî de şaş fêmkirinek çê bibe. Bi taybetî jî naxwazim malbatên wan kesan şaş fêm bikin.

Di nava hestiyarî û kelecaneke gelekî zêde de ne. Di nava bendewariyê de ne.

Dema ku em li vir tiştekî dibêjin bila wisa neyê fêmkirin ku me cihê hemû karkeran bi temamî destnîşan kiriye.

Lê belê li qadeke gelekî berfireh, nêzî çarçoveyeke ku hezar metre hatiye xwarê, di nava wî hezar metreyî de em li 6 kesan digerin.

Bi hinek rê û rêbazên cûrbicûr, me çember hinekî teng jî kiriye. Me li wan xalan karê xwe zêdetir kiriye.

3 hevalên me li cihê kanzayê ne. Hem ji dîmenan hem jî li gorî axaftinan em dibêjin li wê derê ne û em zêdetir bala xwe didin wan deran.

“Metirsiya hezazê heye”

Her wekî me got axake gelekî zêde heye.

Doh jî min got ku metirsiya hezazê û hatina axê her berdewam dike".

Em naxwazin yên li wir karê rizgarkirinê dikin bikevin bin metirsiyekê û bi wî rengî em berdewam dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst