Semsûr - Tîma Kurdistanê bi 136 makîneyan kavilan radike

16-02-2023
Kerîm Şewqî
Semsûr - Tîma Kurdistanê bi 136 makîneyên xwe kavilan radike
Semsûr - Tîma Kurdistanê bi 136 makîneyên xwe kavilan radike
Nîşan Erdhej Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Endazyariyê yên Herêma Kurdistanê bi mekîne û amûrên xwe yên taybet li bajarê Semsûrê ne ew karê avakirina kampan, rakirina paşmayan û vekirina rêyên gundan dikin, heta niha 22 avahî rakirine û rêyên derdora bajêr jî vekirine.

Li navenda bajarê Semsûrê proseya rakirina kavilan berdewam e, heta niha 200 avahî hatine rakirin. 

Li yek ji taxên sereke yên bajar ku 12 avahî têde bi temamî herifî ne, tîmeke Herêma Kurdistanê bi mekîneyên xwe karê rakirian paşmayan dikin.

Endazyar Saqî Cadir  ji kompanya Kavîn Grûp  a Herêma Kurdistanê ku bi hevkariya Gezgehê Xêrxwazî yê Barzanî çûne Bakurê  Kurdistanê got ,  163 mekîne û amûrên cûda bi xwere birine û bi ser 13 tîman de dabeş bûne. 

Tîmên wan di nav bajar û li derveyî bajarn bi taybet bo vekirina riyên gundan kar dikin, 

Ji karên ku tîma Herêma Kurdistanê dike , danîna kampan û rakirina paşmayên avahiyên herifî û vekirina riyên gundane.  

Endazyar Saqî Cadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku du tîmên wan li dervey bajar in û riyên wan gundan vedikin ku ji ber herifîna çiya, qelişîna erdê û barîna berfê hatine girtin, û 10 tîmên wan jî li navenda bajarê Semsûrê kavilan dikin û 3 tîm jî kampan ava dikin û xîvetan datînên. 

Endazyar Saqî Cadir got piştî ku tîmên taybet bi derxistina cenazeyan karê xwe li ser avahiyekê temam dikin , ew têne haydarkirin bo rakirina kavilan,  Ew dibêje heta neyên piştrastkirin ku cenaze di bin kavilan de nemaye dest bi kar nakin, ew bi riya Parêzgarî û Şarewaniyan hevahengiyê dikin bo rakirina avahiyan.

Li gorî ku Endazyar Saqî Cadir, daye xuyakirin wan heta niha 22 avahî bi temamî paqîj kirine , û di nava 12 avahiyan de kar dikin ku hemû li yek taxa bajar in û wêran bûne ,  dema 2 rojan e wan dest bi karkirinê li taxeke nû kiriye. 

Li navenda bajarê Semsûrê  ji kin 1400 avahiyên ku hilweşiyane 200 avahî hatine rakirin. 

Ji ber Erdheja 6ê Sibatê li tevahiya parêzgeha Semsûrê 2000 avahî wêran bûne û 4000 avahiyan jî ziyan dîtine. 

Li gorî rapora hatiye amadekirin pêwîste 6000 avahiyên li parêzgeha Semsûrê bêne rûxandin û nûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst