Balyozê Brîtanyayê: Ez piştgiriya xwe ji Herêma Kurdistanê re radigihînim

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Stephen Hitchen Brîtanya Hewlêr Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê êrişa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û got, “Ev, binpêkirina serwerî û yekparçeyiya xaka Îraqê ye.”

Şeva borî Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekên balistîk êrişî Hewlêra paytext kir.

Di êrişê de zarokek jî di nav de 3 kesan canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen êrişên Îranê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand.

Stephen Hitchen li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û wiha got:

“Ez êrişa Îranê ya li dijî Hewlêrê, binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Îraqê şermezar dikim.

Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên van êrişan re dixwazim û di vê dema hesas de piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihînim.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Berdevkê berê yê Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) Joe Bochino jî piştî êrişan bû mêvanê Rûdawê û got:

“Li gorî min, Îran dixwaze bi rêya van êrişan li herêmê kaoseke ava bike, dixwazî vê kaosê bi taybetî jî li Îraqê peyda ava bike.

Ev heman kar e ku bi rêya grûpên Şîe dikir. Suprîz ev e ku Îranê rasterast bi artêşa xwe êriş kir, ne bi rêya grûpên nêzîkî xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst