AMED - Partiyên Kurdistanî êrişa Îranê ya li Hewlêrê şermezar kir

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Partiyên Kurdistanî Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, partiyên siyasî yên Kurdistanî êrişên li Hewlêrê yên bûn sedema mirina 4 sivîlan û birîndarbûna 16 sivîlan şermezar kirin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Tevgera Azadiyê, li dijî êrişa Îranê ya li Hewlêrê li Cemiyeta Rojnamegeran a Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Partiyên siyasî êrişên Îranê şermezar kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay daxuyaniya hevbeş bi Kurdî, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azad Metîn Pîranî jî bi Tirkî xwend.

Daxuyaniya partiyên siyasî wiha ye:

"Gêlê Kurdistanê li hemberî êrişên terorî yên Îranê dê serî netewîne.

15ê Kanûna Paşîn, Sûpaya Pasdarên Dewleta Îranê bi gelek firokeyên bêmirov û mûşekên balîstîk êrişî gelek cihên sivîlan ên Hewlêrê kir.

Di van êrişan de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn, di encama şewatê de xisar gihişt malan.

Em van êrşên hovane, dijmirovî û bêperwa yên li dijî Hewlêra paytexta Dewleta Federe ya Kurdistanê şermezar dikin.

“Her tim kesên sivîl bûne armanc”

Bi taybetî ji sala 2020î û vir ve bi dehan caran Îrana terorîst  bi hincetên bêbingeh ên wekî ‘Em baregehên komên dijî Îranê dikin armanc’ bi mûşek û balafirên bêmirov êrişî Kurdistanê kir. Her tim kesên sivîl bûne armanc.

Welatên dagirker ên cîranê Kurdistanê, bi taybetî jî Tirkiye, dem bi dem bi hincetên cuda êrişan li dijî axa Kurdistanê pêk tînin.

Em dizanin ku ev êriş ji dijminatiya gelê Kurdistanê û li dijî îradeya gelê Kurd tên kirin.

Lê li gel hemû pirsgirêkên heyî jî Kurdistan herêmeke biîstiqrar e, gurava pêkvejiyan û demokrasiyê ye.

“Divê Neteweyên Yekbûyî dengê xwe bilind bike”

Êrişa li ser Hewlêrê binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.

Divê Hikûmeta Federal a Îraqê û civaka navdewletî li hemberî van êrişên li dijî herêma Kurdistanê bêdeng nemîne.

Pêwîst e Netewên Yekbûyî, civaka navneteweyî li dijî rêveberiya hov a Îranê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û can û mal û milkên sivîlên bêguneh, hem li welatê xwe û hem jî li herêma Kurdistanê tehdîd dike, dengê xwe bilind bikin û divê demildest van êrişên hovane bide rawestandin.

Gêlê Kurdistanê li himberî êrişên terorî yên Îranê dê serê xwe netewîne”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst