Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike

16-01-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Safîn Dzeyî îro Duşemê 16ê Çileya 2023 di daxuyaniyekê de bo Rûdawê serdana Brett McGurk bo Hewlêrê piştrast kir.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Brett McGurk dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Hêj derbarê ajandaya serdana McGurk a bo Herêma Kurdistanê de zanyarî nehatine belavkirin.

Brett H. McGurk, di sala 1973 de ji dayik bûye, dîplomat, parêzer û akademîsyenek Amerîkî ye ku di postên cuda yên ewlekariya neteweyî de di hikûmetên George W. Bush, Barack Obama û Donald Trump de xizmet kiriye.

Di nav Amerîkayê de, wî wek Serokê taybet ê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kar kir. Di Cotmeha 2015an de ji aliyê Serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama ve ji bo vê wezîfeyê hatibû erkdarkirin.

McGurk di Kanûna 2018an de, piştî biryara Serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, dest ji posta xwe berda.

Di Çileya 2021ê de, Serokê Amerîkayê Joe Biden, McGurk wek Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê destnîşan kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst