Yek dolarê Amerîkî dîsan gihîşte 14,58 lîreyên Tirkî

15-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel ku di 10 rojên dawî de Banka Navendî ya Tirkiyê çar caran midaxeleya bazarê kir, lê dîsan jî dolar bi 14,58 lîreyan gehîşte rekoreke nû. Euro jî 16 lîre derbas kir.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî berdewam e. Îro 15ê Kanûna 2021ê dema borse hatine vekirin, dolar gehîşte 14,58 û yek euro jî bi 16,34 lîreyan e.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar zêdeyî %40 nirxê xwe ji dest daye. Li gor aborînasan  sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborî ye.

Banka Navendî ya Tirkiyê dê sibê roja Pêncşembê 16ê Kanûna 2021ê bicive û tê pêşbinîkirin ku dîsan rêjeya faîzê daxîne. Banka Navendî ya Tirkiyê ji meha Îlona 2021ê ve rêjeya faîzê 4 puan daxistiye.

Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide, lê desthilata Tirkiyê bi taybetî Erdogan pêdagir e ku rêjeya faîzê zêdetir daxîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst