Penaberên Efxanî yên li Erzînganê di rewşeke xirab de ne

15-11-2018
Ali Haydar Gözlü
Li navçeya Geçîtlî ya Erzinganê 180 malbatên penaberên Efxanî di kampekê de dijîn.
Li navçeya Geçîtlî ya Erzinganê 180 malbatên penaberên Efxanî di kampekê de dijîn.
Nîşan Geçîtlî Kampa penaberan Penaberên Efxanî Erzingan Bakurê Kuridstanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Efxanistanî yên li parêzgeha Erzingana Bakurê Kurdistanê di rewşeke xirab de ne, gelek ji wan ji ber êrîş û gefên tevgera Talîbanê ji welatê xwe reviyane. Jineke penaber a Efxanî dibêje, ku Talîban destê kurê wê jêkirine, ew jî ji ber ku hevjînê wê ne amade bûye ku bibe şofêrê wê rêxistinê, lewma ew reviyane û dixwazin êdî di ewlehiyê de bijîn.

 

Kampeke penaberên Efxanî li bajarokê Geçîtlî yê ser bi parêzgeha Erzîngan a Bakurê Kurdistanê heye. Ev kampa han pênc sal dibe ku ji wan penaberên Efxanî re hatiye vekirin, ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe hatine Tirkiyê.

 

Ev zarokê Efxanî ku navê wî Yasîn Yaqûbî ye û 5 salî ye, di temenê neh mehî de destê wî yê rastê ji aliyê çekdarên Talîban ve hatiye birîn. Dayîka Yasîn dibêje ku ji ber bavê wî nexwest şofêriya wê rêxistina radîkal bike destê kurê wê birîne.

 

Dayîka Yasîn Yaqûbî, Nazlî Yaqûbî dibêje: “Çekdarên Talîban hatin mala me û daxwaz kirin ku hevjînê min şofêriyê ji wan re bike, lê wî ji ber metirsiya kar, red kirk u ligel wan kar bike. Piştî du rojan hatin male, zarokê min ê 9 mehî birin û piştî destê wî birîn dubare kurê min anîn. Çekdarên Talîban gotin ku eger careke din hun daxwazên me red bikin em dê we bikujin. Em jî ji ber vê yekê reviyan Tirkiyê.”

 

Di nav wan penaberên Efxanî de hinek kes hene, ku zarok û hevjînên wan ji aliyê Talîban û hinek jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin.

 

Yek ji penaberên Efxanî yê bi navê Rûşan Mensûrî radigihîne: “Kurê min li Îranê wenda bû. Çar sal dibe ku çarenivîsa kurê min nediyar e. Li Îranê min ji hemû navendên polîsan pirsyar kir, lê min nedît. Ez nexweş im û hevjînê min jî nexweş e, rewşa me gelekî xirab e, rewşa tendirûstî ya kurê min ji ber ku birayê wî wenda ye têk çûye. Daxwaz dikim bo dîtina kurê xwe hevkariya min bê kirin.”

 

Ji ber şer rewşa derûnî ya hinek ji wan penaberên Efxanî têk çûye û dibêjin, ew xizmetguzariyên Walîtiya Erzîngan û Rêveberiya Koç û Koçberan pêşkêşî wan dike ne wek pêwîst e.

 

Penabera bi navê Şeyma Fayîzî  jî behsa serboriya jiyana xwe û malbata xwe dike û dibêje: “Keça min dema ducanî bû birîndar bû, çekdarên Talîban keça min kuştin. Em jî reviyan Tirkiyê. Ew cihê lê dijîm gelekî xirab e. Sê meh dibe min nikariye pereyên elektrîkê bidim. Em dixwazin rewşa me ya li vê derê were başkirin, eger na bila me bişînin welatê sêyem.”

 

Ew penaberên Efxanî ku li bajarokê Geçîtlî kar dikin, ji ber nebûna mohleta kar, xwediyên kar mafên wan binpê dikin.

 

Mihemed Behadirî  penaberekî din ê Efxan e ku li kampa penaberên Efxanî ya li bajarokê Geçîtlî yê ser bi parêzgeha Erzînganê ve dijî. Mihemed Behadirî rewşa xwe wiha tîne ziman:“Ez li cihekî kar dikim lê pereyan nadin min. Diçim navenda polîsan gileh dikim, lê ji min re dibêjin mafê te nîne tu gileh bikê. Ji ber mohleta min karkirinê nîne rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibim.”

 

Serokê Şaredariya Geçîtlî jî dibêje, li ser pirsa wan penaberan ligel aliyên berpirs di gotûbêjê de ye û li beramber daxwazên wan xemsar nebûne.

 

Serokê Şaredariya Geçîtlî, Metîn Bal tekez dike: “Destpêkê dema hatin vê derê sê heta pênc malbat bûn. Piştre hejmara wan gehişte 37 malbatan. Ji ber berdewam tên û diçin û hejmara wan tê guhertin. Bi tevahî nediyar e û carna hejmara wan digihe 185 kes. Saziya Hevkariya Civakî ya Erzînganê elektrîkê dide wan. Ji wê demê ve ku hatine, wate ji dawiya 2012an ve wek şaredarî pereyên avê ji wan wernagirin û bê beramber xizmetguzariyê pêşkêşî wan dikin.”

 

Di vê kampê de ku ji aliyê qeymeqamî û şaredariyê ve hatiye damezrandin 180 penaberên Efxanî dimînin û di şer û mercên dijwar de jiyana xwe derbas dikin. Daketina pileyên germayê û nêzîkbûna zivîstanê jî ew zêdetir nîgeran kirine û jiyana wan zehmettir bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst