Di şerê xendekan de zerer dîtibû: Li dêra Kildanan piştî 8 salan ayîn hat kirin

15-10-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêra Mar Petyûn a Kildaniyan Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Dêra Mar Petyûn a Kildaniyan a Amedê hat nûjenkirin û piştî 8 salan cara yekemî ayîn hat kirin.

Dêra Mar Petyûn a Kildanan 2015an ji ber şerê xendekan zirareke mezin dîtibû û beşeke dêrê xirab bibû.

Ji çar aliyên cîhanê Kildanên ku qesta vê ayînê kirin, hatin Amedê.

Di nava kesên ku beşdarî ayînê bûn de Suryan, Ermen û Kurdên Êzidî jî hebûn.

Welatiyê Kildan Îsa Oguz got, “Em ji Belcîkayê ji bo dêra Diyarbekirê hatine.”

Kurdê Êzidî ji Bakurê Kurdistanê Qasimê Êzidî wiha anî ziman:

“Dil dixwest em jî li vir bûna, di nava gelê xwe de bûna bi Sûryan, Asûrî, Misilman û Elewiyan re.

Jixwe baweriya me jî wisa dixwaze.”

Suryana ji Bakurê Kurdistanê Ozlem Nehrîn Merd diyar kir, “Pir xweş bû. Ez gelekî kêfxweş bûm.”

Ji Başûrê Kurdistanê jî Kildan hatin Amedê

Kildanên ku ji Başûrê Kurdistanê Zaxoyê hatibûn jî hebûn. Kêfxweşiya wan ji ser û çavên wan diyar bû.

Kildana ji Zaxoyê Fedîqe Şapoliz wiha axivî, “Ev dêr gelek kevn e. Hezar û 400-500 sal e emrê wê.

Nêzikî 300 sal in jî meqereya Mîtraniya Keldanan bû. Spasiya her kesî dikim ên ku ev der nûjen kirin.

Kildana Zaxoyê Neşwe Cemîl Zeytûn got, “Gelek memnûn im ji we. Gelek xweş e. Elhemdûlîla, şukran.”

Kurdên Misilman jî beşdarî ayînê bûn

Kurdên Misilman jî bi kêfxweşî beşdarî vê ayînê bûn. Ew dibêjin hebûna baweriyên cuda, rengê herî xweş ê pêkvejiyanê ye.

Kurdê Misilman Mihemed Erdîşî kêfxweşiya xwe wiha anî ximan:

“Bi rastî jî ez wekî misilmanekî kêfxweş im ku kesên ji baweriyên cuda bikaribin baweriyên xwe bi awayeke azad bijîn.

Jixwe li Diyarbekirê jî ev derfet heye. Cihekî dewlemend e. Ez pir kêfxweş im.

Hêvî dikim ku dewlemendiyên me bijîn, her berdewam bin û em wan biparêzin.”

Wênesaza Kurd wêneyê çarmixkirina Îsa diyarî dêrê kir

Kurda Misilman û wênesaz Meral Xan jî wiha axivî, “Ez misilman im. Ji Diyarbekirê me.

Min ev wên 37 sal berê çêkir. Wêneyê çarmîxkirina Îsa ye.

Gelekî xwestin bifiroşim lê min nefirot. Îro min diyarî dêrê kir. Qismet îro bûye.”

Piştî 108 salan cara yekemîn e ku sermetranek ji bo Dêra Kildanan a Mar Petyûnê tê tayînkirin.

Ji bo Îsraîl û Filistînê dua kirin

Ew jî Sebrî Anar e û ji bajarê Şirnexê ye. Ew cara yekemîn e li Amedê ayînek bi rê ve bir û dûayên vê carê jî ji bo gelên Filistîn û Îsraîlê bûn.

Sermetranê Dêra Mar Petyûn a Kildaniyan Sebrî Anar got:

“Li ku derê şer hebe, li ku derê mirov êş û azarê bikişînin em ji bo wan dua dikin.

Îro jî li Îsraîlê, li Filistînê şer heye û mirov li wan deran êş û azareke mezin dikişîne.

Duakirina ji bo wan mirovan peywira me, erkê me ye. Em ji bo selamê jî dua dikin.”

Dêra Mar Petyûn a li navçeya Sûrê ya Amedê di sala 2015an de, di dema şerê xendekan de zirareke mezin dîtibû.

Beşeke dêrê xirab bibû. Dêra Kildanan bi dêra Ermenan Sûrp Gragosê re hate nûjenkirin. Tam 8 sal dêr bê civat û bê ayîn mabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst