Hevseroka HEDEPê ji Rûdawê re: Divê êrişên Tirkiye û Îsraîlê rawestin

15-10-2023
Nîşan Tulay Hatîmogullari Oruç HEDEP Rojavayê Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka HEDEPê Tulay Hatîmogullari Oruçê got, “Divê êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê û êriş û operasyonên Îsraîlê yên li Filistinê rawestin.”

Partiya Çepên Kesk di 4emîn kongreya xwe de navê xwe kir Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

4emîn kongreya Partiya Çepên Keskê bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadiyê” li Salona Werzişê ya Ataturkê ya Enqereyê hat lidarxistin.

Herwiha di kongreya îro de hevserokên nû partiyê jî diyar bûn

Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan wekî Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hatin hilbijartin.

Tulay Hatîmogullari Oruça ku bû hevseroka ewil a HEDEPê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:

Oruçê li ser sedemên guhertina navê partiya xwe got:

“Helbet kevneşopiyeke partiya me heye. Her wext guherîn çêdibin. Rêkarên vê yekê jî hene. Me encamên hilbijartinê, bi kêmasî û zêdeyiyan ve bi gelê xwe re nirxandin.

Ji ber ku derbarê partiya me de doza girtinê hatiye vekirin me biryara guhertina navê partiyê da. Me di axavtina xwe de jî anîbû ziman ku em dê bi navê nû û rêveberiya nû kîjan xebatên bingehîn bikin.”

Oruçê herwiha amaje bi êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê kir û pê de çû:

“Divê êrişên Tirkiyeyê rawestin”

Li Tirkiye û Rojhilata Navîn şerekî germ heye ku berdewam dike. Divê êrişên Tirkiyeyê yên li Rojava û êriş û operasyonên Îsraîlê yên li Filistinê rawestin. Di êrişan de gelek sivîl tên kuştin û ev tiştekî biêş e.

“Birîna bixwîn a welat û erdnîgariya me ye”

Ji bo demildest rawestandina şer, bêdengkirina çekan û destpêkirina diyalogê em dê xebatên xwe bikin. Pirsa Kurd birîna bixwîn a welat û erdnîgariya me ye. Bi heman awayî pirsa Filistînê jî wiha ye.

Ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên aştyane û demokratîk bê çareserkirin azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û bidawîkirina tecrîdê dê sûdeke mezin bigihînê pêvajoyê. Di vê heyamê de yek ji xebatên ku em bikin ev e.

“Em dixwazin tifaqeke jinan ava bikin”

Bi heman awayî, van demên ku şer û pevçûn zêde ne tundûtûjiya li hemberî jinan û nîşandana laşên jinan yek ji rojevên bingehîn ên meclîsa jinan a partiya me ye. Em dixwazin li hemberî êrişên li ser jinan ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tevger û tifaqeke jinan ava bikin.

“Li Tirkiyeyê qeyraneke mezin heye”

Dixwazim di dawiyê de jî vî tiştî bibêjim: Li Tirkiyeyê qeyraneke mezin a aboriyê heye û bi rastî mirov bi birçîbûn û hejariyê re rûbirû dibin. Partiya desthilatê xwe bi ser xelkê de disepîne zextên xwe jî zêde kirine. Wekî pirsgirêkên girtîgehan, pirsgirêkên mafên mirovan û ekolojiyê gelek pirsgirêk ketine ser hev.

“Em dê tifaqeke demokratîk ava bikin”

Ji ber wê jî yek ji armancên me yên bingehîn ew e ku em dê li dijî rêveberiya faşîst û zordar di çarçoveyeke berfireh de tifaqeke demokratîk ava bikin.

Gotina me ji tifaqeke demokratîk tenê ne di warê siyasî de ye. Avakirina tifaqeke demokratîk e bi beşdariya hemû kesên ku Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst