Nêçîrvan Barzanî li ser petrolê û hilbijartinan çi peyam dan?

15-09-2024
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî/Wêne: Rûdaw
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Zaxo Dihok Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, pirsgirêka li pêşiya hinardekirina petrola Kurdistanê li Bexdayê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Dihokê temaşeyî şanoya Destana Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî danê sibehê bi birêvebiriya parêzgeha Dihokê re civiya û çû Zaxoyê.

Nêçîrvan Barzanî li ser sedema serdana xwe ya Zaxoyê got:

“Hatina me ji bo wê bû em bizanin rewşa vir çawa ye.

Ez destxweşiyê li karên baş ên ku hatine kirin dikim.”

Nêçîrvan Barzanî li ser xizmeta ku li Zaxoyê hatiye kirin anî ziman:

“Bi rastî ez li hemberî kar û xizmetên ku li vir hatine kirin mat mam.”

25ê Adara 2023yan hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi biryara Dadgeha Navneteweyî ya Parîsê ve hat rawestandin.

Barzanî li ser pirsgirêkên li pêşiya hinardekirina petrolê da zanîn:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirinê amade ye.

Pirsgirêk ne ya hikûmetê ye, pirsgirêk li Bexdayê ye. Em wekî hikûmet amade ne.”

“Kes kesî neşikîne”

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî behsa meaşên karmendên Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Piştî ku şandeya Bexdayê hat Herêma Kurdistanê, tişta diyar ew e ku meaş dê werin şandin.

Em ji bo derengketinê daxwaza lêborînê dikin lê ez bawer nakim ku pirsgirêk di şandina meaşan de hebe.”

8-9ê Îlona 2024an Encûmena Wezîran a Îraqê û Encûmena Aboriyê ya Herêma Kurdistanê civiyan.

Hilbijartinên dewreya 6an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn werin lidarxistin.

Barzanî li ser hilbijartinan jî anî ziman:

“Ji bo kampanyayê hîn dem maye. Min berê jî gotibû û ez dê dîsa jî bibêjim, divê kampanya bi awayekî were kirin ku kes kesî neşikîne.

Dawiya dawî em hemû di keştiyekê de ne. Hilbijartin tiştekî xwezayî ye, tên kirin.

Lê hevşikandin bi raya min divê em wê nekin û nabe ku bigihêje wê qonaxê.”

Barzanî her wiha anî ziman:

“Nabe ku kampanyaya hilbijartinan bi awayekî were kirin ku ewlehiya civakî ya Herêma Kurdistanê têk biçe.”

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de çend hevdîtin bi parêzgar û birêvebiriya Dihokê, berpirsên Zaxoyê û berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re encam dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst