Li Kerkûkê du çekdarên xwekuj hatin kuştin

15-09-2024
RÛDAW
Li Kerkûkê du çekdarên hatin kuştin / Wêne: Rûdaw
Li Kerkûkê du çekdarên hatin kuştin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Meletî Qeza Kerkûk Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku du çekdarên ku plan hebû xwe biteqînin ji aliyê hêzên wan ve hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiyê ya Îraqê bi daxuyaniyekê da zanîn bûyer li Taxa Penca Elî bûye.

Li gorî daxuyaniyê, çekdarên ku bi pişta wan ve bombe hebû ji aliyên Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ve hatin dorpêçkirin.

Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê piştî ku gule li wan reşandin her du jî teqiyan û mirin.

Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Îraqê her wiha eşkere kir ew her du çekdar bi agahiyên îstixbaratî hatine tespîtkirin.

Her du çekdaran motorsîklet hebûn.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed ji cihê bûyerê da zanîn ku termê yekî perçe perçe bûye.

Herdî Mihemed got ku ne endamekî hêzên ewlehiyê û ne jî ti sivîl nebûne qurbanî û birîndar jî nebûne.

Cihê ku bûyer çêbûye cihekî vala bûye.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê bi pişta yekê ve bombe hebû.

Her wiha li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Îraqê ew her du çekdar DAIŞî bûn û xwestine li Kerkûkê “êrişeke terorîstî” bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst