Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Darendeyê ya parêzgeha Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Doh li taxa Nadîrê ya Darendeyê otomobîla ku şofêrê wê Batuhan Yilkinc bû û otomobîleke din li hev qelibîn.
Di bûyerê de tevî Batuhan Yilkinc, Huseyin Taha, Hacer û Meryem Tuana Bozkurt û Cîhan, Gul, Rana û Cîhangîr Aydin birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Birîndarên birînên wan giran Huseyîn Taha û Hacer Bozkurt bi helîkopterê veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.
Birîndarên din Meryem Tuana, Hacer Bozkurt û Batuhan Yilkinc jî tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan tenduristiya birîndarên din jî di metirsiyê de ye û birînên wan giran in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse