GEVER - 30 sal in nikarin biçin gundê xwe

15-07-2023
Heyder Doskî
 30 sal in nikarin biçin gundê xwe
30 sal in nikarin biçin gundê xwe
Nîşan Gever Geliyê Doskiyan
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Li gundê Geliya Doskiyan li Gevera Bakurê Kurdistanê hejmarek gund ji salên 90î ve hatine valakirin. Xelkê gund dibêjin, ew ji ber şer reviyan û ji ber ku devereke qedexekirî ye û bi berdewamî di bin çavdêriya serbazî de ye, xelkê wê ti sûdek ji ciwaniya wê navçeyê wernegirtine û nebûye cihek ku bala geştiyaran bikşîne.

Piştî pevçûnên dijwar ên salên 1990î yên di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, li navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek gund hatin valakirin.

Paşê gelek gundên navçeyê bi "Qanûna Vegera Gundan" ji nû ve hatin avakirin, lê belê ji ber hincetên ewlehiyê xelkê navçeyê nekarîn vegerin gundên Geliyê Doskî ku nêzî sînorê Herêma Kurdistanê ye.

Muxtarê Gundê Himbiyan Taner Himbî diyar kir heta ji destê wî  ew diçe Gundê Mala Xecê û serdana gorên xizmên xwe dike.

Muxtarê Gundê Himbiyan Taner Himbî got: “Ji sala 1994an ve ev gunde hatîne velakirin. Ev Geliyê Doskî ye,  em nikarin biçine ser gorên bav û kalên xwe. Cihên gelek xweş lê hene.”

Çemê ku ji Geliyê Doskî diherike dikeve nav Avaşînê û xwedî sirûşteke balkêş û berhemdar e. Lê heta niha xelkê Geverê sûd ji wê ciwanyê nedîtiye, ji berku devereke qedexekirî û berdewam li bin çavdêriya serbazî de ye.

Ji ber şerên berdewam ên artêşa Tirkiyê û PKKê hemû gundên li ser sînor vala bûne.

Nişteciya Gundê Mala Xecê Xwezîca Şukrî wiha behsa pevçûnan dike: “Em direviyan diçûn bin keviran, ti cihek nebûn em biçin. Em reviyan çûn cihekê lê leşker hatin bi top û teyareyan lêxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst