Ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê hat kêmkirin

15-07-2021
RÛDAW
Nîşan Şehba Koçberên Efrîn Av UNICEF
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şehbayê ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê hatiye kêmkirin.

Di daxuyaniyekê de, Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê, ku li gundê Til Sosîn ê ser bi navçeya Şehba ye, daxwaz ji Rêxistina UNICEF kiriye ku careke din, li biryara xwe vegere, derbarê kêmkirina asta avê li ser koçberên Efrînê û nişteciyên navçeya Şehbayê.

Li gorî daxuyaniyê, Rêxistina UNICEFê roja Yekeşma borî, asta ava vexwarinê ji bo koçberên Efrînê û nişteciyên navçeya Şehbayê, daxiste heta nîvê wê asta ku ji wan re hatibû diyarkirin.

Berê ji aliyê UNICEFê ve, rojane 2 hezar û 400 metre sêca ava vexwarinê, heta 10.07.2021ê, di sarincan de dihate dagirtin, lê ji 11.07.2021ê, ve wê ew ast kêm kiriye heta 1 hezar metre sêca.

Bi wê yekê 38 gund û 3 nahiyeyên ku derdora 80 hezar koçberên Efrînê, lê niştecî dibin, ji avê bêbehr dimînin.

Desteya Şaredariyan, derbarê wê biryarê de, gazin ji Neteweyên Yekbûyî û UNICEFê kir, ku pêdiviyên sereke yên jiyana xelkê piştguh dixin û daxwaz ji wan kir ku ji biryara xwe vegerin.

Desteya Şaredariyan daxwaz ji Civaka Navdewletî jî kiriye ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabe û alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên Efrînê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst