Li Agirî 3 şaredar derbasî AK Partiyê bûn

15-07-2020
RÛDAW
Nîşan Agirî Şaredarî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, hersê şaredarên Zêdkan, Yayladuzu û Xanzirê derbasî AK Partiyê bûn.

Şaredarê navçeya Zêdkan Ramazan Yakut, Şaredarê Yayladuzuyê Selamî Demîrtaş û Şaredarê Xanzirê Nurettin Ozturk duh li ber avahiya Şaredariya Agirî hatin ba hev û ragihandin ku ew derbasî AK Partiyê bûne.

Şaredarê navçeya Zêdkan di destê Partiya Saadetê de herdu şaredariyên Yayladuzuyê û Xanzirê jî di destê Partiya Demokratê de bûn.

Şaredarê Xanzirê Nurettin Ozturk diyar kir ku ew dê êdî weke AK Partî xizmetguzariyên xwe pêşkeş bikin.

Ozturk got: “Ev şeveke dîrokî ye. Îşev salvegera hewldana darbeya 15ê Tîrmihê ye ku rojeke tarî ya Komara Tirkiyê ye. Ew hewldan û xiyaneta li dijî yekîtiya me, li ser bangawaziya serokomarê me birêz Recep Tayyip Erdogan, ji aliyê gelê me ve hat bertarafkirin. Em ji bo milê xwe bidin lîderekî wiha û ligel wî bin, me dest ji partiya xwe berda û tevlî AK Partiyê dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst