Tirkiye 3 gundên sînorê Batîfa topbaran dike

15-07-2020
RÛDAW
Nîşan Batîfa Zaxo Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Tirkiyê 3 gundên ser bi bajarokê Batîfa ve topbaran kirin û 75 gulleyên topê li derdora wan gundan ketine.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê topbarana Tirkiyê li navçeyên sînorî berdewam e.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku gundên gundên Evlehê, Pîrbila û Sîlayî li sînorê bajarokê Batîfa topbaran kirin.

Tirkiyê ji naverasta meha derbasbûyî ve operasyoneke asmanî bi navê ‘Çengê Baz’ û operasyoneke zemînî bi navê ‘Çengê Piling’ daye destpêkirin li nav xaka Başûrê Kurdistanê.

Li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê 15 kîlometre ketiye nav xaka Başûrê Kurdistanê li 12 cihên stratejîk li sînorê Batîfa bicih bûye.

Li beramber, hikûmeta Tirkiyê jibilî vexwendibna Balyozê Tirkiyê li Bexdayê û gefa gilîtomarkirin li Encûmena Asayişa Navdewletî, Hêzên Pasewanên Sînor li wê deverê belav kirine, lê ew hêxz nebûne rêgir li ber bombebaran û topbarana li ser wê deverê.

Tirkiye li gor rêkeftina emnî ya berê li gel Iraqê dikare ji 5 ta 7 kîlometre sînorê Iraqê derbas bike, lêbelê li gor Muhemmed Reza el Heyder, Serokê Komîteya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê, “Tirkiyê ew sînor derbas kiriye û nêzikî 15 kîlometre xaak Iraqê li ser sînor dagir kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst