Duhok (Rûdaw) - Bi armanca piştevanî û alîkariya bi jinên ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin, li Kampa Şariya ku dikeve başûrê parêzgeha Duhokê navendeke taybet hat vekirin.
Navend ji aliyê rêxistineke Almanî ve hatiye vekirin û dê hewl bide di aliyê derûnî de alîkariyê bi jinên ku ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin bike. Di navendê de her wiha waneyên fêrkirina ziman û werzîşê jî tên dayîn.
Keçeke Kurda Êzidî ku berî 6 salan ji destê DAIŞê bûye, ji Rûdawê re diyar kir ku hêj bandora zilm û zordariya DAIŞê li ser wê maye û ji bilî pêwîstiyan jiyana rojane, pêwîstî bi çareseriya derûnî jî heye.
Rizgarbûya ji destê DAIŞê dibêje: “Li Şingalê ez ketim di destê wan de, min di heyama 2 salên di destê DAIŞê de zilm, zordarî, tîbûn û birçîbûn dît. Dema ez ji destê wan rizgar bûm rewşa min a derûnî nebaş bû. Min xwest alîkarî bo min kirin ku ev hal li ser min biçe û ez aram bibim.”
Li nav Kampa Şarya navendeke çareserkirina derûnî ji aliyê Rêkxera Hawar Help bi piştevaniya Rêxistina bi piştevaniya rêkxistneke Almanyê hat vekirin. Foksa wan li ser keç û jinên rizgarbûyên ji destê DAIŞê be bo çareserkirna derûnyan ya wan. Li gor lêkolînên wan nêzîkî ji sedî 7 pêwîstî bi wergirtina çareseriya derûnî hene.
Pizîşka Derûnî Dr. Êlîn Ebdulsitar dibêje: “Her nexwşeke derûniyê yê rizgar bûye ji destê DAIŞê serdana me dike, pêwîstî bi gelek rûniştinan heye da ku vegere tendirustiya xwe ya cîgir weke berê.”
Di nav navendê de cihên fêrkirina dirûtinê, teknîkê, werzîş û zimanan hene. Xulên taybet dê bêne vekirin da ku keç û jinên ji destê DAIŞê rizgar bûne sûdê jê werbigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse